Ciwan bi tevlîbûna nava gerîla bersiva êrişên dagirkeriyê didin

Bersivên ciwanan ên bi pêngava “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ya “Cenga Azadiyê Serbixin” dewam dibin û ciwan tevlî nava refên azadiyê dibin.

Îro komekî nû a ji 7 ciwanên Kurd û Ereb ên Rojava tevlî nava refên gerîla bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyekê, diyar kirin ku ew bi tevlîbûna nava refên azadiyê bersivê didin êrîşên li ser gelê Kurd û gerîla û gotin:

Bi tecrîda dijî rêber Apo, li ser gel û Tevgera Azadiya Kurdisanê ji her demê bêhtir êrîşên tunekirin, qirkirin, asîmlasyon û plan li ser fikir û ramanên Rêber APO di meryetê de ne.

Ji Bakurê Kurdistanê heya Başûr, Mexmûr, Şengal, û Rojavayê Kurdistanê Dewleta Tirk a dagirker bi xeta îxanetkar dixwazin bi temamî hebûn û destkeftiyên şoreşê ji holê rakin.

Li beramberê vê yekê wek ciwanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb emê dîrokekî nû binvîsin û li hember hemû êrişan derkevin.

Ciwanan ji bo pêkanîna azadiya Rêber APO û avakirina pêşerojeke azad bang li hemû ciwanên Kurdistanê, ciwanên Ereb û Kurd kirin ku beşdarî refên gerîla bibin.

Back to top button